Mizgîn Ronak Aydin
Bîr, Bîra Qederê ya Mehmed Uzun, tîne bîra we jî gelo? Ew bîra ku Celadetê me yê hêja, pênûsa zimanê me ya gewre tê wer bû û çû, ew bîra bêbinî û efsûnî, ew bîra ku serê wê li wir, lê dawiya wê digîhîje lisana me, ji wir xwe digîhîne bîra li hişê me yê bi mij û dûman û ji wir jî nizanim diçe li kû… Ew bîra asê û bilind, ew bîra xweveşartî, ew bîra ku ji vî welatê hezarsale pêk tê lê paşê çîvek dide xwe û xwe digihîjîne tevî bêdawîtiyên erd û asîman.
Dema ku Celadet lê wer bû, em jî ne li wir bûn û me nedît ku ya ku xwe lê wer kir bîr bû, ne Celadet. Me dît, me dît; em bi herdû çavên xwe bûn şahid ku, teğe nekarî xwe li ber wê lewendiya şad û nazik bigre û bi tevî kûrahiya xwe, xwe firand, xwe li kûrahiya wî ya bêdawî wer kir. Ger ku fetisandinek hebû di wê gihîştina kujer de, ew para teğe bû, ne ya wî. Bîr bû, a ku aşiq bû û xwe virvirand wê kûrahiya kurdî, kurdewarî, kurdîperweriya bêdawî. Lew xwest ku li wir bimre, ne li derek din, da ku her dem li wir bimîne. Loma jî Bîr û Mîr bûn yek. Bîr û Mîr her yek man. Dê her tim jî yek bimînin, Bîr û Mîr li bîra me. Dema em bigihîjin yekê, em ê bigihîjin ya din û yê din jî. Dema em ji eşqê û jana koçberiyê bifetisin, em ê bibin bîr, dema em tim geş bimînin, em ê bibin Mîr.
De ka ez li vir bisekinim û helbesteka xwe ya ji pirtûka bi navê Kirasê Heyvê, bi niyeta gulek hişk, bavêjim binê vê teğe, da ku muhletê bidime û nehêle ku em xwe niha bavêjinê:
Xencera Bêxemiyê
Stranên xeydok deri ji zaroktiyê
Derî û paceyan vekî jî naçin
Zaroktiya xeydok stranên xwe
Bera her derê dide
Bîra li nav baxçe û ya te eynî nîne
Ew kilaman dibêje ya te dinale
Xencera bêxemiyê ya ku
Stêrk li ser diçirisin
Ji ser stûyê te ranabe
Çivîkên dawî ji sînga te difirin
Salname diqede (…)
Lê li gor pirtûkê bîr li nava zeviyê ye û li gor helbestê, li nav baxçe ye, her wiha em ji helbestê hîn dlbin ku, bîra li nav baxçe kilaman dibêje û ya ku jê re dibêje ”ya te”, dinale. Belam bîra Mîr, ew çi dike, hem kilaman dibêje, hem jî dinale, an ji bo ku van herdûyan jî nake, wek sêhrbazek dilkêş me dikişîne nav kûrahiya xwe? Lê tahminen pirsa ku niha lazim be viya ye; kurdan kengê û çima ji wê deryaya hundirîn û zimanî û dijwar re gotin ”bîr”?
Çima tiştek din na, lê ”bîr” hew ”bîr”? Bîr ne ew ava zelal a ku hiş û aqil difirîne. Way li wir e, çawa ku mirov lê dinhêre, sergêjiyek wek ebayê Tajdîn xwe li mirov dipêçe û firînek bêdawî destpê dike. Ma ne tahminen ji bo ku em teyrên ku li ser bîra xwe difirîn in, loma wiha ji bîra Mîr jî dernakevin, ew li bîra me, em li bîra wî… Em hemî li binê Bîra Qederê.
Tew îja min di heman pirtûkê de wiha jî gotiye; Bîr.
Bîrek kûr di bîra min de heye
Ku bikevimê difetisim
Lê em hemî her roj dikevin Bîra Mîr, belam nafetisin .Qey em li wir tabanın av, ava ku hêj jî li tevî çolsehrayan kurdiya me ya xemgîn, gotin bi gotin av dide û dema ku av diqede jî me kurdîhezên tî û qirikziwa ji bo wan dike baran. Lew bîr ava xwe hem ji erdê digrin hem jî ji asîman.
Dengê qondra Mîr tê we? Di vê Gulanê de jî hawar-hawara tîpên kurdî ye û ji bo ku nefetisin, kulîlkên ku li çolsehrayên Efrîqayê şîn bûbûn, vê deva li Şamê gul vedidin. Ava bîra Mîthet Mîqdat Bedirxan digîhîje Şamê û tabana Hawar.
Loma di bîra me da 15ê Gulanê, hem dengvedan hem jî gulvedan e. Dema em li bin teğe dinhêrin; hem rûyê xwe, hem ê Mîr, hem ê rojnama xwe û hem jî digel tevî sansûra mêtingeriya Frensî vejîna zimanê xwe tabanının û dizanin ku ew nebûya, dê Bîra Qederê nebûya, Bîra Qederê nebûya, me yê niha nikaribiya pev re li vê bîra îroyîn binhêriya, silav bida çirûsîna lisana xwe û olanek bi dinê bixista; em hene, li vir in, li wir in, li her der in.
Lê Mîrê li devê bîra bîra me, way dîsa gazî me dike.
Em hatin keko, em hatin.